4 dron li nêzî balafirxaneya navnetewî ya Bexdayê hatin xistin

Berpirsê Tora Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Balafirxaneya Bexdayê Lîwa Seed Mein, ragihand ku 4 dron li nêzî Balafirxaneya Navnetewî ya Bexdayê hatin xistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berpirsê Tora Ragihandinê ya Ewlehiyê Lîwa Seed Mein, ji medyaya Iraqî re ragihand ku Balafirgeha Navnetewî ya Bexdayê bi çar dronan rastî êrîşê hat.

Her wiha eşkere kir ku her çar drone hatine xistin.

Seed Mein têkildarî êrişê de ev agahî da: "Çar dron li dora Balafirgeha Navnetewî ya Bexdayê hatine xistin. Ti ziyanên madî û canî çênebû ne.

Piştî tesbîtkirina dronan, tîmên me yên taybet her çar drone demildest xistin xwarê û tedbîrên pêwîst ji bo ewlekariya li dora balafirgehê girtin."

Berîya çend demjimêran du êrişên hewayî li dijî baregeha Alaya 24 ya Tûgaya 59 ya Heşdî Şeebî ya li sînorê parêzgeha Nînovayê hate kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye