Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Konseya Hevkariya Kendavê piştî civîna bilind a Manamayê daxuyaniyeke hevbeş weşandin.
Rojevên serekê yên civînê Îran, Îraq, Sûriye û Libnan bûn
Şandeyên bi serokatiya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Wezîrê Derve yê Behrêynê Abdullatîf bin Raşid El Zayanî, nexşerêyeke berfireh ji bo çareserkirina krîzên heyî yên li herêmê danîn.
Di civînê de, di nav de Îran, Îraq, Sûriye û Libnan, hemû pirsgirêkên li cîhanê hatin nîqaşkirin.
Ji bo bidestxistina aştiyê divê çareseriyek ji gefên Îranê re were dîtin
Di daxuyaniyê memoranduma têgihîştinê ya di navbera Amerîka û Îranê de hat pêşwazîkirin.
Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku ji bo bidestxistina aştî û ewlehiya mayînde li herêmê, divê çareseriyek ji gefên Îranê were dîtin.
Her wiha tekezî li ser pêwîstiya parastin û yekîtiya dan û standinan hat kirin.
Di heman demê de ji bo bidestxistina armanca hevpar, divê Îran çekên nukleerî bi dest nexe.
Wezîran girîngiya vekirina tengava Hurmizê anîn ziman
Wezîran girîngiya vekirina tengava Hurmizê jî anîn ziman û gotin ku êdî divê Tengav bê şert û merc û bê sînor ji her aliyî re vekirî be.
Wezîran piştgiriya xwe ji bo hewlên gelê Sûriyê ji bo avakirina dewleteke aram, aştiyane, berfireh û serwer diyar kirin.
Wezîran piştgirî dan yekparçeyiya axa Sûriyê
Pabendbûna xwe ya bi serwerî, yekîtî û yekparçeyiya axa Sûriyê anîn ziman.
Wan biryar da ku bi hikûmeta Sûriyê re bixebitin.
Her wiha alîkariyê bidin ji bo çareserkirina pirsgirêkên krîtîk wekî şerê li dijî terorê, vegerandina xizmetên bingehîn, baştirkirina keşûhewaya veberhênanê û misogerkirina vegera dilxwaz a penaber û kesên ku ji hundir koçber bûne.
Divê hemû komên çekdar li Libnanê çekên xwe radest bikin
Di daxuyaniyê de, Wezîran pabendbûna xwe ya tevahî bi serwerî, ewlehî, aramî û yekparçeyiya axa Libnanê re jî kirin.
Wan pêşwaziya dan û standinên dualî yên di navbera Îsraîl û Libnanê de kirin ku ji hêla Amerîkayê ve têne piştgirîkirin.
Di heman demê de tekezî li ser wê yekê kirin ku heya ku komên çekdar ên nedewletî şiyanên xwe yên leşkerî li derveyî desthilatdariya dewleta Libnanê biparêzin, serweriya tevahî ya Libnanê nikare were bidestxistin.
Wan Banga bêçekkirina tevahiya van koman kirin.
Divê komên çekdar ên li Îraqê jî çekên xwe teslîm bikin
Wezîran êrîşên ku ji aliyê komên li Îraqê yên ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin ku li dijî dewletên Kendavê pêk anîn, şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de Wezîran piştgiriya xwe ya ji bo hewldanên hikûmeta nû ya Îraqê ya radestkirina hemû çekên komên çekdar ragihandin.
Di dawiya lûtkeyê de, Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku pabendbûna Washingtonê ji bo ewlehiya welatên Kendavê "bênavber" e û got ku peyama ku aştiyê tenê bi parastineke xurt û dîplomasiyeke dîsîplînkirî gengaz e.