Di 28´ê sibatê de, şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de dest pê kir.
Şer ji 28´ê sibatê heta 8´ê nîsanê ve, berdewam kir.
Di 8´ê nîsanê de, bi navbeynkariya Pakistanê, agirbestek hate ragihandin.
Piştî ragihandina vê agirbestê, Amerîka û Îran li Pakistanê li hev civiyan, ew jî ji bo ku bigihêjin rêkeftinekê.
Heta niha tiştekî şênber ji wan dan û standinan derneketiye holê.
Her du alî li ser mijarên Nukleer û Tengava Hurmizê li hev nakin.
Li ser mijara Nukleerê Amerîka wiha dibêje:
“Dewleta Îranê dê ti carî çekên Nuklerî bi dest nexe.
Divê Îran Ûranyuma dewlemendkirî bixe destê Amerîkayê.”
Eraqçî: Der barê mijara Nukleerî de em ê dan û standinan nekin
Li aliyekî din, duh Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser mijara Nukleerê axivî û wiha got:
“Îran der barê mijara Nukleerî de dê bi Amerîkayê re ti dan û standinan neke.
Tehran ji bo rû bi rûbûna hemû senaryoyan amade ye.”
Der barê Tengava Hurmizê de jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) daxuyanî dan.
Trump: Em ê Îranê ji ser rûyê erdê rakin
Donald Trump diyar kir ku, eger Îran keştiyên Amerîkayê bike armanc, dê encamên wê karesat bin û wiha got:
“Eger Îran li Hurmizê êrîşî keştiyên Amerîkayê bike, em ê bersivê bidin.
Em ê Îranê ji ser rûyê erdê rakin.”
CENTCOM: 6 Belemên Îranê hatin noqkirin
CENTCOMê jî piştrast kir ku li Tengava Hurmizê şer derketiye û wiha lê zêde kir:
“Îranê êrîşî keştiyên şer ên Amerîkayê û keştiyên sivîl ên bazirganiyê kiriye.
Li hemberî vê yekê, artêşa Amerîkayê 6 belemên Îranê kirin armanc û ew binav kirin.
Ji bo ku em van gefên li ser keştiyên sivîl ji holê rakin, me gavên pêwîst avêtin.”
Di vê aloziyê de, ji aliyê Îranê ve îdiayeke cuda ket rojevê.
Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya nîvfermî ya Îranê, daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, keştiyeke şer a Amerîkayê li nêzîkî Girava Caskê trafîka deryayî xistiye metirsiyê, û bi 2 mûşekan hatiye armancgirtin.
Li gorî nûçeyê, keştiya Amerîkayê radara xwe girtiye û xwestiye ku di tengavê re derbas bibe.
Ev keştî hatiye tesbîtkirin û bi hinceta "binpêkirina agirbestê" hatiye hişyarkirin.
Rayedarên Îranê îdia kir ku, keştiyê guh nedaye hişyariyan.
Piştî vê yekê, bi armanca hişyariyê dron, roket û mûşek avêtine derdora wê.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) jî, îdiayên Îranê derewandin.
CENTCOMê îdiaya ku dibêje "Îranê mûşek avêtine keştiyeke şer a Amerîkayê" wekî "bêbingeh" bi nav kir.
Di heman demê de, duh Trump destpêkirina "Operasyona Azadiyê" ragihand.
Di postekê de li ser platforma xwe ya Truth Socialê, Trump wiha nivîsand:
“Ev proje dê alîkariya keştîyên ku di rê de asê mane bike, da ku ji wê derê derkevin.
Her wiha xebata xwe bi azadî û bi bandor bidomînin.”
Lê belê, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gelek hûrgulî li ser "ka operasyon dê çawa bidome" neda.
Ji dawiya Sibatê ve, hêzên Îranê bi bandorî Tengava Hurmizê girtine, ji ber wê jî dabînkirina bingehîn a petrol û gazê asteng bûye.
Di vê navberê de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di 13´ê Nîsanê de dorpêçek li ser benderên Îranê ferz kir, ku hîn jî di meriyetê de ye.