Salek di ser fesixkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)'ê re derbas dibe.
Di vê salê de, pêvajoyek bi gavên sembolîk hat meşandin, her çend di mehên dawiyê de nîqaşên li ser "cemidandina" pêvajoyê derketine pêş.
Abdullah Ocalan di 27'ê Sibata 2025'an de, ji Îmraliyê banga kongreyekê li PKK'ê kir, da ku biryara fesixkirinê û danîna çekan bide.
PKK'ê di 5'ê Gulana borî de, Kongreya xwe ya 12'emîn li dar xist, û biryara fesixkirina xwe û dawîanîna li têkoşîna çekdarî bi fermî ragihand.
Di 11'ê Tîrmehê de jî, komek şervanên PKK'ê li Silêmaniyê di merasîmeke sembolîk de, çekên xwe şewitandin.
Paşê, PKK'ê ragihand ku ew hemû hêzên xwe yên çekdar ji hundirê Tirkiyê ber bi "Herêmên Parastina Medyayê" ve vedikişîne.
Di Tebaxê de gaveke nû hat avêtin, û li Meclisa Tirkiyê "Komîsyona Tifaq, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî" hat avakirin, da ku çarçoveya qanûnî ya pêvajoyê amade bike.
Piştî giraniyeke demdirêj, komîsyonê di 18'ê Sibata 2026'an de, raporeke 60 rûpelî pesend kir ku tê de "qanûneke demkî" ji bo vegera şervanan û entegrasyona wan a civakî, hat pêşniyarkirin.
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di 29'ê Nîsana 2026'an de diyar kir ku pêvajo bi awayekî erênî dimeşe û "asta krîtîk" hatiye derbaskirin.
Lê serkirdeyê PKK'ê Murad Karaylan ragihandin ku, ji ber ku hikûmetê gavên qanûnî yên pêwîst neavêtine, pêvajo "cemidî" ye.
DEM Partî jî bi berdewamî dibêje ku divê gavên qanûnî yên bi lez werin avêtin, û mafên Kurdan werin bidestxistin.
Niha nîqaş li ser vê yekê ne, ku "gelo pêşî divê çek bi temamî bên danîn, an qanûn bên derxistin?".
Di vê pêvajoyê de, ji aliyekî ve gavên qanûnî yên "amadekar" hene, lê ji aliyê din ve di warê mafên bingehîn wekî ziman, nasname û perwerdeyê de, hîn gavên cidî nehatine avêtin.
Pirsa ku ji aliyê Gelê Kurd ve, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tê kirin ev e: Gelo çima derxistina qanûnan dereng dikeve?
Derengketina qanûnan wekî "stratejiyeke bi zanebûn" tê dîtin.
Dewlet dixwaze pêşî PKK'ê bi temamî bê fesixkirin, hemû çek bên şewitandin û şervan vekişin, piştre dê dest bi guhertinên qanûnî bike.
Lê Kurd dibêjin "pêşî garantiyên qanûnî, paşê çek danîn".