Beriya 3 salan weke îro li navçeya Cindirêsê ya li Efrînê li dijî malbata pêşmerge ya kurd komkujiyek pêk hat.
Wê demê ev komkujî ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hate pêkanîn.
Sedem jî ew bû ku malbatê agirê Newrozê vexistibûn.
Di vê komkujiyê de, Nezmî Mihemed Osman (53), Ferehedîn Mihemed Osman (45), Mihemed Ferehedîn Mihemed (19) û Mihemed Mihemed Osman (38) şehîd bûn.
Şevê din xelkê Cindirêsê bi çalakiyekê ew bi bîr anîn.
Li ser bersivdana banga malbatê ev çalakî hat organîzekirin.
Di çalakiyê de şênî li pêşiya mala malbata Pêşmerge kom bûn, agirê Newrozê vêxistin.
Paşê berê xwe dan goristanê û ew bi pêxistina mûman bi bîr anîn.