Wezîrê Pêşmergeyan yê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Şoreş Îsmaîl bi daxuyaniyekê "yekkirina temamî ya hêzên Pêşmergeyan" ragihand.
Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl di daxuyaniyê de wiha got:
Piştî çend salên têkoşîn û hewldanên berdewam me wekî tîmekê di nav Wezareta Pêşmergeyan de kar kir.
Fermanderên hêzên 70 û 80`yî jî alîkar bûn û rê xweş kir.
Bi vî awayî me karî em hemû asteng û pirsgirêkên kombûyî derbas bikin."
Her wiha Wezîrê Pêşmerga diyar kir ku hêzên 70 û 80 yî bi pêvajoyeke hûr, leşkerî û plankirî hatine yekkirin.
Şoreş Îsmaîl di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt got:
"Di çarçoveya vê reforma bingehîn de, hemû hêz li ser asta yek fermanê û kontrolê (lîwa, fîrqe û fermandariya herêmê) ji nû ve hatin rêxistin kirin.
Em bi kêfxweşî radigihînin ku her du herêmên fermanderiya leşkerî bi fermî dest bi kar dikin.
Herêma Kurdistanê dibe xwediyê artêşeke yekgirtî û nûjen û ev artêş dê rasterast di bin fermandariya Wezareta Pêşmergeyan de be."
Şoreş Îsmaîl li ser piştgiriya ji bo serxistina vê pêvajoyê jî ev agahî da:
"Destkefta mezin encama piştgiriya rasterast û berdewam a Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr û Alîkarê Serokwezîr e.
Rola girîng a hêzên Hevpeymanan ên bi pêşengiya Amerîkayê jî di vê pêvajoya yekkirna pêşmergeyan de hebû."
Wezîrê Pêşmergeyan yê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê Şoreş Îsmaîl di dawiyê de got ku ev yek di çarçoveya peymana jihevtêgihiştinê encam daye.