Li gorî raporên ku gihîştine Rêxistina Mafên Mirovan a Hanayê, roja çarşemê 15'ê Nîsanê, welatiyek bi navê "Şalir Mam-Qaderî", dayika du zarokan û nişteciha bajarê Mehabadê ye, ji aliyê hêzên Dezgeha Îstîxbaratê ve li vî bajarî hat girtin.
Heta niha tu zanyariyên rast der barê rewş û cihê wê de nînin.
Raport nîşan didin ku Şalir Mamqadrî nexweşa penceşêrê ye.
Li gorî çavkaniyek agahdar, jina girtî hatiye êşkencekirin û çokê wê şikestiye.
Her wiha, Zêdetirî 35 roj di ser girtina du welatiyên ji bajarê Seqizê yên bi navên "Sobhan Ezîzî û Omîd Xurşîdî" re derbas bûne, lê hîn jî tu agahî li ser cih û rewşa wan tune ye.
Li gorî çavkaniyên Hanayê, ev her du welatî di 13'ê Adarê de bêyî fermana dadwerî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di malên xwe de hatine girtin.
Ji dema girtina wan ve, Ezîzî û Sohrî ji hemû mafên xwe yên mirovan e, tevî mafê dîtina parêzer, bêpar mane.
Di heman demê de, nêzîkî mehekê di ser girtina Îsmaîl Kerîmî, bavê sê zarokan, ê ji gundê Şorje û niştecihê eyaleta Bukanê re derbas bûye û hîn jî der barê çarenûs û rewşa wî de tu agahiyên rast tune ne.
Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, Kerîmî bêyî fermana dadweriyê hatiye girtin û paşê bo Girtîgeha Bukanê hatiye veguhestin.
Îsmaîl Kerîmî berê jî çend caran hatibû girtin.