Li Xozatê li dijî tiryak û çetetiya ku zêde bûye meşek girseyî hat li darxistin

Meclisa Bajêr a Xozatê li dijî belavbûna tiryak û çetetiya li navçeyê bi beşdariya bi sedan kesan meşiya. Di çalakiyê de êrişa li ser welatiyê bi navê Hidir Dîlekçî hat şermezarkirin û bang li civakê hat kirin ku li dijî hewldanên tirsandinê xwedî li rêxistinbûna xwe derkevin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Meclisa Bajêr a Xozatê, li dijî zêdebûna tiryak û çetetiya li navçeyê, bi beşdariya bi sedan welatiyan meşek li dar xist. Girseya ku li pêşiya Remar Marketê hat cem hev, bi pankarta "Em ê rê nedin tiryak û çetetiyê, ciwan ê me ne, em ê winda nekin" heta peykerê Ataturk meşiya. Di dema meşê de dirûşmên wekî "Xwedî li ciwaniya Dêrsimê derkeve" û "Li Xozatê ji dejenerasyonê re na” hatin berzkirin.

"Dema berpirsiyariyê ye"

Piştî meşê, li ser navê girseyê Endamê Meclisa Bajêr a Xozatê Sabît Menteş daxuyaniyek da. Menteş anî ziman ku êdî dema bêdengiyê derbas bûye û divê her kes ji bo çareserkirina van pirsgirêkên hevpar berpirsiyariyê bigire ser xwe.

Êrişa li ser hidir dîlekçî hat şermezarkirin

Sabît Menteş di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrişa ku di rojên borî de li pêşiya mala wî li dijî welatiyê bi navê Hidir Dîlekçî pêk hatibû û got: "Di encama vê êrişê de pozê wî şikestiye û di gelek cihên bedena xwe derb girtiye. Em vê êrişê bi awayekî eşkere şermezar dikin." 

Menteş diyar kir ku armanca bingehîn a vê êrişê tirsandina îradeya hevpar a civaka Xozatê ye.

Banga rêxistinbûn û hişê hevpar

Menteş destnîşan kir ku ev gef û êriş nabe sedema tirsê, berevajî vê yekê hewcedariya bi rêxistinbûneke xurttir nîşan dide.

Menteş di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Em ê li hemberî tundî, gef û tirsê careke din bi hiqûqê, bi demokrasiyê, bi piştgiriyê û bi hişê hevpar derkevin pêş. Bila kesên ku dixwazin me bitirsînin bizanibin ku her êrişek, dê kelecana me ya têkoşînê hinekî din mezin bike."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye