Di çarçoveya bicihanîna peymana 29`ê Çileya 2026`an a di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, Wezîrê Perwerdeyê serdana Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed kir.
Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Ehmed Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Dr. Mihemed Tirko tevî şandeya pê re li avahiya parêzgehê pêşwazî kir.
Hevdîtin bi amadebûna Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Jiyan Hesen û Hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê û Zanîngehan, pêk hat.
Di civîna Hesekê de pêvajoya xwendinê hat gotubêjkirin
Di hevdîtinê de, proseya perwerdehiyê li parêzgehê, amadekariyên ji bo ezmûnên bawernameyên seretayî, navîn û amadehî hatin nîqaşkirin.
Li kêleka wê jî mekanîzmeya bicihanîna biryarnameya serokatiyê ya hejmara 13ˊan a ku ji aliyê Serokê Hikûmeta Veguhêz Ehmed Şera ve, di 16`ê Çileyê de hatibû derxistin, hat nîqaşkirin.
Di wê biryarnameyê de, hatibû gotin ku zimanê Kurdî, zimanekî neteweyî ye û dikare li dibistanên hikûmetê bê xwendin.
Ev civîn, di çarçoveya bicihanîna peymana 29ˊê Çileyê de pêk tên.