Hamas serokê xwe yê nû hildibijêre

Hate ragihandin ku Hamas derbasî qonaxa dawî ya hilbijartinên navxweyî bûye. Tê gotin ku hilbijartin di navbera du rêberên navdar yên Tevgera Hemasê Xelîl El-Heyya û Xalid Meşal de ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî çavkaniyên agahdar di nav tevgerê de, Hamas derbasî qonaxa dawî ya hilbijartinên navxweyî bûye.

 

Pêşbirk di navbera du rêberên navdar ên Tevgera Hemasê de ye.

 

Pêşbirk di navbera Xelîl El-Heyya û Xalid Xeşal de ye

 

Ew jî Xelîl El-Heyya û Xalid Meşal e.

 

Li gorî Agence France-Presse, tevger niha bi awayekî demkî ji hêla encumena serokatiyê ya ji pênc endaman pêk tê, tê birêvebirin ku wekî cîgirê serokê buroya wê ya siyasî tevdigere.

 

Karbidestekî destnîşan kir ku kengî serok hate hilbijartin, wê Hamas daxuyaniyekê bide.

 

Dibe ku di vê mehê de jî were weşandin.

 

Di heman demê de, du çavkaniyên din ên di Hemasê de piştrast kirin ku serokê were hilbijartin dê ji bo salekê be, ev dewreyeke hilbijartinê ya awarte ye, serokatiya buroya siyasî bike û wiha lê zêde kir:

 

“Serokê nû, dê neçar be rêyekê bibîne da ku bangên saziyên navneteweyî, di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê, ji bo bêçekkirina tevgerê li hev bîne.”

 

"Kî tê bila bê lê em dixwazin ji vê rewşê xilas bibin"

 

Fîlestînî, li ser vê mijarê dibêjin ku ti cudahî li cem wan tune ye kî tê bila bê, lê divê yê serokatiya Hemasê bike Fîlistîniyan ji vê rewşê xilas bike.

 

Xalid Meşal serokê Hemasê li derveyî welêt e.

 

Ew di sala 1956´an de li gundê Silwad li Şerîaya Rojava ya dagirkirî ji dayik bûye.

 

Her wiha serokê berê yê buroya siyasî ya tevgera Hemasê bû.

 

Hejmarek ji rayedarên Hamasê wî wekî "pragmatîk û nerm" dibînin.

 

Xelîl El-Heyya di 5´ê Mijdara 1960´an de li bajarê Xezeyê ji dayik bûye.

 

Li gorî çavkaniyên di nav tevgerê de, ew serokatiya şandeya danûstandinan a Hamasê, serokatiya tevgera li Şerîda Xezeyê dike.

 

Xelîl, piştgiriya baskê leşkerî yê Hamasê li Xezeyê jî werdigire.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye