Îro li Meclisa Tirkiyê civînên koman hatin lidarxistin

Îro di bin sîwana Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê de, Koma Partiya Rêya Nû (Yeni Yol), Partiya (IYI Parti) û AKP'ê civînên partiyên xwe li dar xistin. Komên Partiyan der barê Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratik û mijara Butalana Mutleq a CHP'ê de axivîn.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Serokê Partiya IYI Musavat Dervîşoglu beşdarî civîna koma parlamentoyê ya partiya xwe bû û li ser mijarên rojane daxuyanî da.

Dervîşoglu di axaftinên xwe de nerazîbûna xwe ya beramberî Pêvajoya Aştiyê anî ziman û got:

 Berteka li ser pêvajoya çareseriyê

"Mijara ewlehiyê her di rojevê de ye.

Cîgirê serokê parlamentoyê ji DEM Partiyê derdikeve, bi Îmraliyê re dicive û dibêje ku Qanûneke Kokê dê were amadekirin. Ew çi ye?

Ew ê rê li ber hin endamên rêxistinan veke ku werin Tirkiyê.

Vîna gel ne li Îmraliyê ye, lê li ser vê platformê, di vê parlamentoyê de ye"

Serokê Partiya IYI di heman demê de ji bo mitînga ku di 27'ê hezîranê de wê ji aliyê DEM Partiyê ve were lidarxistin, axivî û got ku ew ê jî di heman rojê de mitîngê li dar bixe.

Babacan: Yên nikarin siyasetê bikin operasyonên qirêj dikin

Serokê Partiya DEVA Elî Babacan, di axaftina xwe ya li civîna koma Partiya Rêya Nû de, der barê nakokiya "tapûya erdê" de ya di navbera Wezîrê Dadê Akin Gurlek û CHP’ê (Partiya Gel a Komarî) de, ev nirxandin kirin:

"Ew kesên ku nikarin siyasetê hilberînin, çareseriyê di çêkirina dijminatiyê de dibînin.

Ew kesên ku nikarin siyasetê hilberînin, çareseriyê di operasyonên qirêj, eşkerekirin û şantajê de dibînin.

Hem hikûmet û hem jî muxalefeta sereke ji fikarên welatiyan dûr in û li pey berjewendiyên xwe ne.

Ev siyaseta du-qutbî, ji bilî tarîkirina pirsgirêkên rastîn ên neteweyê, mîna mijê ti armanceke din pêk nayîne."

Erdogan: Ji bo me ne girîng e kî li ser kursiya CHP'ê be

Serokê AKP'ê serokkomar Recep Tayyip Erdogan, di civîna koma partiya xwe de axivî, bal kişand ser rewşa CHP'ê û wiha got:

"Ji bo me ne girîng e ka kî kursiya serokatiya CHP'ê digire.

Wan bi xwe ji hin kesan re digot ku hêviya gel in, lê îro jî wan wekî xayîn bi nav dikin.

Em ne aliyekî vê têkoşîna desthilatdariyê ne û nabin jî.

Heta ku ew ziyanê nede aştiya civakî, pergala giştî û saziya siyasî, aloziya di nav CHP'ê de me eleqedar nake."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye