Yekîneyên cendirmeyan di çarçoveya operasyonê de li dijî navnîşanên ku beriya niha hatibûn diyarkirin, operasyonên hemwext li dar xistin.
Alîkarê Serokê Şaredariya Boluyê Rasîm Ozdemîr jî di nav de, 4 kes hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku kesên binçavkirî hatin birin ji bo qereqolê.
Beriya niha jî, ji bo Serokê Şaredariya Boluyê bi behaneya karê xwe ji bo xerabiyê bi kar aniye, 7 sal û 3 meh û 15 roj sizaya girtîgehê lê hatibû birîn û ji peywira xwe hatibû dûrxistin.