Bîst û yek sal di ser nivîsandina destûra nû ya Îraqê re derbas dibin.
Her çend hîna gelek maddeyên taybet bi mafên destûrî nehatine bicihanîn jî, lê her carê ku aliyên siyasî yên desthilatdar li Îraqê di birêvebirina dewletê, xizmetkirina welatiyan û çareserkirina dosyayên girîng de binketinekê dijîn, sedema vê yekê dixin stûyê mijarên marjînal û hestyar.
Ew babetên nijadperestiyê derdixin pêş, destûrê wekî astengiyekê pênase dikin û daxwaza guhertina wê dikin ku Îraqa nû ya piştî dîktatoriyê li ser hatiye avakirin.
Destûra Îraqê ya 2005’an ji aliyê siyasetmedar, hiqûqnas û pisporên destûrî ve hat amadekirin û bi dengê piraniya gel di rapirsiyeke giştî de hat pesendkirin.
Ew wekî deriyekî nû ji bo demokrasiyê, veguherîna ji dîktatoriyê ber bi sîstema federal, parlamentoyî û piralîbûnê ve hat dîtin.
Her çend vê destûrê mafên neteweyî, siyasî û destûriyên pêkhateyên cuda, bi taybetî mafên Kurdan, wekî pêkhateyeke sereke heta astekê garantî kiribe jî, lê pêvajoya bicihanîna wê rastî astengiyan hat.
Hin aliyên siyasî dixwazin destûrê li gorî perjewendiyên xwe biguherin
Ji wê demê ve, aliyên siyasî yên desthilatdar bi berdewamî hewla binpêkirina maddeyên destûrî dane.
Wan tenê ew maddeyên ku li gorî berjewendiyên desthilata wan in cîbicî kirine û maddeyên ku ne di berjewendiya wan de ne paşguh kirine.
Di serî de Maddeya 140 a taybet bi navçeyên dabeşbûyî (nakokî li ser), ku hîn jî piştî bîst salan nehatiye bicihanîn û wekî kerteke fişarê tê bikaranîn.
Niha jî beşek ji partiyên siyasî yên desthilatdar û hinek kesayetiyên siyasî di asta bilind de daxwaza guhertina destûra nû ya Îraqê dikin.
Herî dawî jî Serokê Civata Bilind a Dadwerî ya Îraqê, Faiq Zîdan, di 21'emîn salvegera pesendkirina destûra Îraqê de, daxwaza nûkirina vê destûrê kir.
Çavdêr: Di bin navê guhertina destûrê de dixwazin dîktatoriyê vegerînin
Li gorî hin çavdêrên siyasî, aliyên desthilatdar ji bo berfirehkirina desthilatên xwe, dixwazin di destûra Îraqê de guhertinan bikin, da ku hinek berjewendiyan pêk bînin.
Ew jî di bin navê guhertina destûrê û sererastkirina xal û maddeyên wê de ye.
Ev pêngav, li gorî çavdêran tê wateya vegerandina serdema dîktatoriyê, di bin nav û behaneyên destûrî û qanûnî de.
Madeyên 126 û 142 yên destûrê rê didin guhertina destûrê
Maddeyên 126 û 142 yên destûra Îraqê bi awayekî zelal behsa guhertina destûrê dikin.
Li gorî van maddeyan, piştî ku zêdeyî parlamentoyê deng li ser guhertinan da, ew guhertin dikeve referandûmê.
Heke du li ser sêya (2/3) dengderên sê parêzgehan vê guhertinê red nekin, hingê ew guhertinên ku di destûrê de hatine kirin, dikevin meriyetê û tên cîbicîkirin.