Di daxuyaniya Fermandariya YBŞ`ê de hatiye ku wan 530 şehîd û bi sedan birîndar dane û hat tekezkirin ku Şengal beşek ji Îraqê ye û divê mafê şervanan were parastin.
Fermandariya YBŞ`ê ev yek jî destnîşan kir ku ewlehiya Şengalê û taybetmediya gel dê bê misogerkirin û divê bandorên qirkirinê werin çareserkirin û çarenûsa windahiyan were eşkerekirin û vegera koçberan û ji nû ve avakirina Şengalê were misogerkirin.
YBŞ: Em di qonaxeke nû de berpirsiyariya xwe didomînin
Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê da zanîn ku wan li meydanê erka xwe pêk anî û ew niha di qonaxeke nû de berpirsiyariya xwe didomînin.
Di dawiya daxuyaniya xwe de Fermandariya YBŞ`ê balkişand ser vê yekê ku tiştê herî serkeftî li hember qirkirinê ku gelê me zindî, azad û ewle li ser xaka xwe bi misogerkirina mafên xwe bimîne.