Li Silêmaniyê berhema hişbirê hat binçavkirin

Li Silêmaniyê toreke navnetewî ya qaçaxçitiya berhema hişbirê hat binçavkirin û li ser wan 260 kîlogram hebên Captagonê hatin desteserkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêveberiya Karûbarên li Dijî berhema hişbirê ya Iraqê ragihand, li Silêmaniyê, di operasyoneke hevbeş de li gel hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê, toreke qaçaxçitiya berhema hişbirê ya navnetewî hat binçavkiin û li ser wan 260 kîlogram hebên Captagonê hatin desteserkirin.

Rêveberiya Giştî ya Kar û barên li Dijî Narkotî ya Iraqê têkildarî binçavkirina toreke qaçaxçitiya  berhema hişbirê ya navnetewî li Silêmaniyê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

 Li Silêmaniyê, di operasyoneke hevbeş de li gel hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê, toreke qaçaxçitiya berhema hişbirê ya navnetewî hat binçavkiin û li ser wan 260 kîlogram hebên Captagonê hatin desteserkirin.

Rêveberiya Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê ya Resafe, bi alîkariya Rêveberiya Ewlehiyê ya Silêmaniyê, karîbû derbeyek giran li toreke bazirganiya narkotîkê ya navnetewî bide.

Her wiha hat gotin ku operasyon çar meh berê hatiye kirin, lê îro ji bo ku çavkaniyên vê tora qaçaxçitiyê ya navnetewî bêhtir werin lêkolînkirin û agahî li ser werin bidestistin, îro hate belavkirin

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye