QSD’ê nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir. Her wiha nasnameya şervaneke YPJ'ê jî eşkere kir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir.

 

Her wiha di daxuyaniyê de nasnameya şervaneke YPJ'ê jî hat ragihandin.

 

Navenda Ragihandina QSD'ê  di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatan re  xwest û got:  " 3 hevalên me di berxwedana Bendava Tişrînê de   û şervanek din jî  li

 

Kobanê di encama qezaya tirafîkê de şehîd bûn."

 

Li gorî daxuyaniya QSD'ê nasnameya şehîdan wiha ye:

 

Newroz Cefer bi nasnav Çiya di 16’ê çileya 2025’an de li Bendava Tişrînê şehîd bû.

Murad Dax bi nasnav Derwîşa Kurdistan di 16’ê çileya 2025’an de li Bendava Tişrînê şehîd bû.

Kemal Kinco bi nasnav Kemal di 16’ê çileya 2025’an de li Bendava Tişrînê şehîd bû.

Tewfîq Ebdulrezaq Heto bi nasnav Berxwedan Kobanê di 18’ê cotmeha sala 2025’an de li Kobanê şehîd bû.

 

QSD'ê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatên 4 şehîdan  xwest û soza şopandina riya şehîdan  heta serkeftinê da.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye