PDK Û YNK LI SER RÊBAZÊN HEVKARIYA HEVBEŞ NÎQAŞ KIRIN

Li Hewlêrê, PDK û YNKê bi hev re civiyan û biryar dan ku ji bo yekîtiya Kurdan li Bexdayê û dabînkirina mûçeyên karmendên Herêma Başûrê Kurdistanê kar bikin.

reset font size increase font size

Di civîna di navbera Polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, li ser çend mijaran di nav de pirsa mûçeyan, yekîtiya Kurd li Bexdayê û avakirina kabîneya dehemîn, nîqaş hat kirin, 

Di daxuyaniyek hevbeş de, ku piştî civînê hate weşandin, her du aliyan tekez kirin li ser pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkan û dabînkirina mûçe û mafên darayî yên Herêma Başûrê Kurdistanê.
YNK û PDK biryar dan ku têkiliyên xwe bi hev re xurttir bikin, astengiyan derbas bikin û li ser yekhelwestiya hemû aliyên siyasî yên Kurdistan û Iraqê ji bo piştgiriya çareseriyên siyasî û parastina destkeftiyên Herêmê kar bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye