Berê 73 caran, fermanên qirkirinê û komkujî bi ser wan de hatibûn, di 3ê tebaxa 2014an de careke din êrîşê ser Şengalê hate kirin.
Şengal di aliyê îdarî de girêdayî parêzgeha Mûsil a Iraqê ye û li gor destûra Iraqê, ev dever dikeve nav madeya 140 ku behsa deverên cihê nakokiyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de dike.
Êrîşa 3ê tebaxê ya 2014an ji aliyê DAIŞê ve hat kirin, Mûsil di bin kontrola hikûmeta navendî ya Iraqê de bû, Şengal di bin kontrola hêzên PDKê de bû, him hêzên Iraqî him jî hêzên PDKê li hember
DAIŞê şer nekirin û ji deverê reviyan, bi tenê xelkê Şengalê man.
Çekdarên DAIŞê dest bi kuştina Êzdiyan kirin, komkujî pêk hatin, bi hezaran jin û zarok hatin revandin.
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji aliyekî ve û ji aliyê din ve YPG û YPJ xwe gihandin deverê û karîbûn korîdoreke mirovî vekin ku bi deh hezaran Êzdî ji komkujiyan hatin rizgarkirin.
KAMPANYAYA DÎJÎTAL A JI BO NASKIRINA JENOSÎDA ÊZIDIYAN DEST PÊ KIR
Piştî rizgarkirina Şengalê û derxistina DAIŞê bi temamî ji wê deverê, Rêveberiya Xweser a Şengalê hat avakirin.
Herî dawiyê jî, Rêveberiya Şengalê dest bi çalakiyeke nû kiriye bi armanca jenosîd nasandina komkujiyên ku li hember Êzdiyan hatine kirin.
Ev çalakî, kampanyayeke dîjîtal a navnetewî ye ku bi navê "yezidigenocide.com" bi zimanên Kurdî, Erebî, Rûsî, Îngilîzî û Almanî dest pê kiriye.
Li gor Rêveberiyê, her kes dikare bi rêya imzekirinê bi şêwazê dijital li tevahiya dunyayê tevlî vê kampanyayê bibe.
HEYA NIHA 15 WELATAN EV KOMKUJÎ WEK JENOSÎD NAS KIRINE
Heya niha 15 welatan, komkujiyên DAIŞê yên ku di tebaxa 2014 an de li hember Êzdiyan kiribûn, wek jenosîd nas kirine, lê Rêveberiya Xweser a Şengalê dixwaze hejmara van welatan zêde bibe daku li seranserê cîhanê wek jenosîd bê naskirin.
KAMPANYA JI BO KOMKIRINA 1 MILYON IMZE HATIYE DESTPÊKIRIN
Ji Tebaxa 2014an û heya roja îro, li Şengalê û derodra wê gorên bikom têne dîtin, her wiha nêzî 3 hezar jin û zarokên Êzdî ku ji aliyê DAIŞiyan ve hatibûn revandin, heya niha cih û çarenivîsa wan ne zelal e.
Berpirsên vê kampanyayê jî dixwazin 1 Milyon îmze kom bikin û pişt re encaman bidin Parlamento û Hikûmeta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî û gelek saziyên navnetewî û mafê mirovan da ku tevahiya cîhanê li hember van komkujiyan yek deng û yek helwest be.