25ê Tîrmehê li çiyayê Aywer ê girêdayî bajarê Sine şewateke berfireh derket jingehparêzê bi navê Hemîd Muradî dema agir vedimirand jiyana xwe ji dest da.
Komîteya Ekolojiyê ya KCK`ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da.
KCK, Di encama derketina şewata jîngehê de ji malbata Hemîd Muradî re sersaxî xwest û ji 4 jîngehparêzên di encama vemirandina şewatê de birîndar bibun şîfa xwest û got:
“Li hemberî polîtîkayên dewletperest û sermayedarî em jîngehên xwe bixin xizmeta civaka demokratîk.”
Komîteyê anî ziman ku, jîngehparêzên Kurd ji bo vemirandina şewatê dikevin dewrê, li hemberî van şewatên daristanan jîngehparêzên Rojhilatê Kurdistanê her tim di nav tevger û têkoşînê de ne.
Komîteyê bi bîrxist ku, yek ji van kesan Şerîf Bacor ê ku bi sê hevalên xwe ji bo şewata li Çiyayê Merîvanê vemirînin, di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest didin, Şerîf Bacor wek sembola têkoşîna jîngehî ya Rojhilatê Kurdistanê tê dîtin.
`Tekoşîna jîngehparêziyê divê were mezin kirin`
Komîteyê diyar kir ku, Hemîd Muradî jî li ser şopa Şerîf Bacor meşiya ye û daxuyaniya xwe wisa berdewam kir:
“Di roja me de gelek kes bi rehetî, bi erzanî û bê xem dev ji welatê xwe berdidin û direvin diçin derveyî welat.
An li ser sînoran tên qetilkirin, an di behran de dixeniqin. Li hember vê yekê Hemîd Muradî û Şerîf Bacor sekneke pir bi nirx û rumet diyar kir û dest ji walatê xwe bernedan û di oxira jingehparêziya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan.”
`Welatparêziya herî bi wate jîngehparêziya welat e`
Komîteya Ekolojiyê ya KCK`ê balkişand ser nirxandinên Rêber Apo yên li ser ekolojiyê Rêber Apo dibêje ‘welatparêziya herî bi wate jîngehparêziya welat e.’
Komîteyê herî dawiyê di daxuyaniya xwe de Şerîf Bacor û Hemîd Muradî wekê pêşengên tekoşîna jîngehî bi bîr anîn û ev nirxandin kir:
“Ev têkoşîn divê bi çend dostan ve neyê bisînorkirin. Divê jîngeha civakî yan jî jîngeha komalgehî were pêşxistin û li hemberî polîtîkayên dewletperest, desthilatperest û sermayedarî werin parastin.”