Forumê bi tevlîbûna 120 siyasetmedar, rewşenbîr, rêxistinên jinan, çalakvanên ji herêmên peravên Sûriyê û serokên eşîrên Ereban ve dest pê kir .
Xerîb Hiso: Hewcedariya me bi yekîtiyê heye
Hevserokê PYD'ê Xerîb Hiso di forumê de axivî ku ji bo welatekî azad û demokratîk hewcedariya lezgîn a hemû sûriyeyiyan bi yekîtiyê heye . Her wiha bal kişand ser girîngiya Banga Aştî û Civaka Demokratîk ku ew rêya rastîn a çareserkirina aloziyên heyî ye.
Xerîb Hiso: Rizgariya welat bi demokerasiyê pêk tê
Xerîb Hiso got ku ji bo pêkanîna ewlehî û aramiya siyasî li Sûriyê, Ji bilî xurtkirina nirxên demokrasiyê, rêyek din ji bo rizgarkirina welat tune ye
Hiso di dawiya axaftina xwe de, hêvî kir ku ev forum bibe gaveke ber bi aştî, aramî û avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ve.