Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê encamnameya civîna xwe ya dawîn, ragihand.
Meclisa MSD'ê ji bo diyarkirina siyasetên di qonaxa demkî ya Sûriyê de û nîqaşkirina geşedanên siyasî û rêxistinî civîna xwe ya berfireh li bajarê Hesekê li dar xist.
Di civînê de hevserokatiya MSD'ê, endam û nûnerên partiyên siyasî yên di bin siwana wê de beşdar bûn.
Di civîna meclisê de hate diyarkirin ku divê Sûriye venegere serdema zordarî û yekaliyê.
“Divê em girîngî bidin pêkanîna biryara 2254`an”
Her wiha di encamnameyê de hat destnîşankirin ku qonaxa piştî ketina rejîma berê ezmûneke rastîn a avakirina dewleteke demokratîk û bi edalet bû.
Di heman demê de hat gotin ku divê Sûriye nebe qada şerên herêmî û girîngî ji bo pêkanîna biryara neteweyî ya 2254 hat dayîn.
“Divê sûcdarên binpêkirinên li dijî gelê Sûriyê bên darizandin”
Beşdaran dan zanîn ku ew amade ne ji bo avakirina Sûriya yekgirtî bi hemû hêzên nîştîmanî yên dilsoz re hevkariyê bikin.
Beşdaran wiha berdewamî dan axaftinên xwe:
“Binpêkirinên ku li dijî gelê Sûriyê bi taybetî li beravê û Siweydayê birînên niştîmanî yên kûr dane çêkirin û divê sûcdarên wan bi rêya saziyên dadgeriyê yên niştîmanî û serbixwe werin darizandin.”
“Divê saziyên serbixwe yên mafên mirovan biparêzin werin avakirin”
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser wê yekê ku divê diyalogeke niştîmanî were çêkirin ku tê de hemû hêzên siyasî, civakî û sivîl beşdar bibin û desthilatî ji hev werin veqetandin.
Her wiha saziyên serbixwe ji bo ku çavdêriyê li hilbijartinan bikin, mafên mirovan biparêzin û vegera koçberan misoger bikin û pirsgirêka Kurd çareser bikin, werin avakirin.
“Divê li Sûriyê mafê pêkhateya Suryanî ya Aşûrî were misogerkirin”
Dîsa hate gotin ku divê pêkhateya Suryanî ya Aşûrî jî wekî pêkhateya resen a Sûriyê were dîtin û mafên wan werin misogerkirin.