Hat zanîn ku di civînê de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, hevdîtina heyeta DEM Partiyê bi Dazmizrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan re de hatiye nîqaşkirin.
Her wiha şerê ku di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, xebatên derbarê 1'ê Gulanê, Cejna Karker û Kedkaran û plansaziya xebatên 15 rojan jî de, dê bên nîqaşkirin.
Piştî civîna Desteya Rêveberiya Navendî jî, wê 4 civînên din ên DEM Partiyê bêne sazkirin.
Hevserokên Giştî dê di 9'ê nîsanê de bi parlamenteran re, di 10'ê nîsanê de Meclîsa Jinan û di 11-12'ê nîsanê de jî bi endamên meclîsa Partiyê re bicivin.