Weke ku hatibû ragihandin di 8'ê Mijdarê de li kargeha dagirtina parfyûmê ya Ravive Kozmetik a li Taxa Mimar Sinan a Dîlovasiya Kocaeliyê şewat derket.
Di encamê de hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan derket 7 kesan.
Tuncay Yildiz ku di qezayê de bi giranî birîndar bûbû û rakiribûn Nexweşxaneya Kocaeliyê jiyana xwe ji dest da.
Serdozgeriya Komarê ya Gebzeyê ji bo zelalkirina sedemên qezayê lêpirsîn da destpêkirin û di encamê de 11 kes hatin binçavkirin û ji wan 7 kes hatin girtin.
Her wiha Kesên ku jiyana xwe ji dest dane Cansu Esatoglu (16), Nîsa Taşdemîr (17), Tugba Taşdemîr (18), Şengul Yilmaz (55), Esma Gikan, Hanim Gulek (65) û Tuncay Yildiz in.