Katz: Xeza dê were bêçekkirin, Îsraîlê dê li çiyayê şêx bimîne

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz îro got: Xeza dê were bêçekkirin û Hemas jî dê di xeta zer de were bêçekkirin û artêşa Îsraîlê dê li çiyayê Şêx ê Sûriyê bimîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Yisrael Katz destîşan kir ku Xeza dê heta tunela dawîn were bêçekkirin Hemasê dê di xeta zer de ji aliyê hêzek navneteweyî an artêşa Îsraîlê ve were bêçekkirin.

Katz diyar kir ku artêşa Îsraîlê dê li çiyayê Şêx û herêma ewlehiyê ya li Sûriyê bimîne.

Wiha berdewamî da axaftina xwe:

"Siyaseta Îsraîlê ya redkirina avakirina dewletek Filistînê berdewam e."

Lê medyaya Filistînê ragihand ku vê sibehê xeta zer a rojhilatê Xan Yûnisê ji aliyê Îsraîlê ve hat bombebarankirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye