Erebistana Siûdî Elî Zeydî vexwend welatê xwe

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî pêşwazî li serokê giştî yê dezgeha îstîxbarata Siûdiyê Xalid Bin Elî Humeydan û şandeyeke pê re kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di hevdîtinê de serokê îstîxbarata Siûdiyê nameyeke serkirdayetiya şahnişîna xwe gihand serokwezîrê Îraqê ku tê de careke din bangewazî li Elî Zeydî kir ji bo serdana Riyadê bike.

Her wiha gotûbêjkirina li ser rêyên bihêzkirina hevahengî û hevkariya hevbeş a der barê geşedanên ewlehiyê yên li herêmê hat kirin.

Elî Zeydî da zanîn ku ew weke hikûmeta Îraqê dê peywendî û hevkariyên xwe digel şahnişîna Siûdiyê bidomînin.

Zeydî diyar kir ku ew ji bo xizmeta berjewendiyên hevbeş ên her du welat û gelên bira dê beşdariya xwe ya ji bo ewlehiya herêmî seqamgeriyê bidomînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye