Pizîşkiyan: Ew bi xewna teslîmbûna bê şert û merc, me dibin gorê

Hejmarek ji rayederên Îranî, di nav de Serokkomar Mesûd Pizîşkiyan, duh di daxuyaniyên xwe de, gef li Amerîka û Îsraîlê xwarin. Rayederên Îranî hê jî behsa berdewamkirina êrîşên xwe li ser herêmê dikin. Her wiha wan hişyarî da her welatekî ku xaka xwe bike ji bo destpêkirina êrîşên li dijî dewleta Îranê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, duh di peyameke vîdyoyî de wiha got:

 

"Ew bi xewna ku em ê bê şert û merc teslîm bibin, me dibin gorê. Tiştê ku em pê ve girêdayî ne, qanûna navneteweyî ye. Ez li ser navê xwe ji welatên cîran ên ku ji aliyê Îranê ve rastî êrîşan hatine, lêborînê dixwazim. Niyeta me nîne ku em êrîşî welatên cîran bikin, ew birayên me ne.

 

Pizîşkiyan: Em êdî êrîşî welatên cîran nakin

 

"Hêzên çekdar bi agir li gorî dilê xwe tevgeriyane. Lê ji wan re hat ragihandin ku ji niha û pê ve, heta ku ji wan welatan êrîşek li ser Îranê neyê kirin. Divê ew êrîşî welatên cîran nekin û wan bi mûşekan armanc nekin. Ger nakokiyeke me hebe, divê em bi hev re çareser bikin. Ne ku bibin pêlîstokek di destê Îsraîl û Amerîkayê de."

 

Êjeyî: Êrîşên li ser dijmin li welatên herêmê dê berdewam bikin

 

Serokê Dadweriyê Xulam Huseyn Muhsinî Êjeyî wiha got: 

"Erdnîgariya hin welatên herêmê bi eşkere û veşartî di destê dijmin de ye. Ew xal li dijî welatê me di êrîşkariyê de têne bikar anîn. Êrîşên dijwar li ser van armancan dê berdewam bikin. Ev stratejî niha tê bicîhanîn û hikûmet û beşên din ên rejîmê tê de lihevkirî ne. Dewleta Îranê dê li kesî nexe ku me binpê nekiribe. Lê belê, di belge û yasayên navneteweyî de, mafê xweparastinê li her welatekî ku tê dagirkirin, mafekî rewa û tekezkirî ye."

 

Qalîbaf: Heta ku baregehên Amerîkî li herêmê bin, welat dê aştiyê nebînin

 

"Heta ku baregehên Amerîkî li herêmê bin, welat dê aştiyê nebînin.

Hemû rayedar û xelk li ser vê prensîbê yekgirtî ne.

Polîtîkayên parastinê yên dewleta Îranê li ser rêbernameyên Xameneyî ne.

 

Şikarçî: Jêdera êrîşan li ku derê be, ew ê bibe armanca me

 

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Dewleta Îranê Ebûlfezl Şikarçî wiha diyar kir:

 

"Welatên ku cih û sazgeh nedane Amerîka û Îsraîlê, heta niha ne bûne armanca me, ji niha û pê ve jî nabin armanca me.

Lê jêdera êrîşên ku li ser me çêdibin li ku derê be, ew ê bibe armanca me.

Êrîşên dewleta Îranê li ser Îsraîl û Amerîkayê dê berdewam bikin.

Hemû hewldanên me ew in ku bi cîranên me re cîrantiyeke baş hebe."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye