Komîsyon cara duyemîn dicive: Dê rayaderan guhdar bike

Komisyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê îro civîna xwe ya duyemîn pêk tîne. Tê payîn ku Alî Yerlîkaya, Îbrahîm Kalin û Yaşar Guler tevlî civînê bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komisyona ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li meclîsê hat avakirin îro dê civîna xwe ya duyemîn pêk bîne. Komîsyon îro dê Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, Wezîrê Karê Hûndirîn Alî Yerlîkaya û Wezîrê Parastinê Yaşar Guler guhdar bike.

Bi bihaneya ewlehiyê dê di civînê de amûrên wek Jammer dê werin bikar anîn. 

 

Kurtulmuş: komîsyon dê tespît û pêşniyaran bike

 

Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş di axaftina xwe de ya li Bajarê Tirkiyê Samsunê destnîşan kir ku ev pêvajo ne pêvajoyekî muzakereyê ye.

Kurtulmuş di axaftina xwe de da zanîn ku ev komîsyon ji bo nirxandina pêvajoya nû ya ku bi fesixkirina PKK re destpêkiriye hatiye avakirin û diyar kir ku ev komîsyon dê xebata xwe tenê di çarçoveya “tespit û pêşniyaran” de bike.

Kurtulmuşê ku di axaftina xwe de bal kişand ser windahiyên di şerê 50 salên dawiyê bi PKK re hatiye kirin de û got:

“Bi deh hezaran zarokên me canê xwe ji dest dan. Windahiyên maddî yê Tirkiyê nêzî 3 trîlyon dolar e. Pêwîste di vê pêvajoyê de yekîtiya me cardin were avakirin.”

 

 

Temellî: komîsyon pêwîste bi rêberê gelê kurd re hevdîtin bike

Endamê Komîsyonê û Wekîlê DEM Partiyê Sezaî Temellî jî di hevpeyvînekî xwe de da zanîn ku ew hêvîdarin pêşnîyarên ku komîsyon pêş bixe di meha cotmehê de bibin qanûn.

Temellî di berdewama axaftina xwe de banga hevdtîninê bi Rêberê Gelê Kurd re kir û got ku pêwîste komîsyon biçe gel Rêberê Gelê Kurd.

Komîsyona ku hat avakirin ji 51 kesan pêk dihat lê ji ber ku ÎYÎ Partî endam neda komîsyonê hejmara komîsyonê kêm mabû. Li ser pêşniyara DEM Partiyê ji bo kontenjanên vala jî endamên nû wê bên erkdar kirin.

Li gor Pêşniyara DEM Partîyê dê her sê kontenjan di navbera DEM Partî, AKP û CHP'ê de were parvekirin. 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24