Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê civina xwe ya yekem li darxist

Endama Komîsyona DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş piştî civîna yekem a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê daxuyanî da û got: “Ev komîsyon ne tenê ji bo mesela çekdanînê an vegera malê ye. Ev komîsyon wê heta dawiya meha kanûnê bixebite, û paşê dibe ku du mehan bê dirêjkirin. Muxatabê vê meselê birêz Ocalan e, divê şertên wî yên fizîkî di nav de mafê wî yê hêviyê bikeve rojevê.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê piştî biryara fesixkirinê ya PKK’ê civîna xwe ya yekem li darxist. 

Endama Komîsyona DEM Partiyê û berdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş piştî civîna yekem daxuyanî da.

Meral Daniş Beştaş da zanîn ku komîsyon ne tenê ji bo mijara çekdanînê an jî bo vegera malê ye û got:

“Ev komîsyon gavên ji bo demokratîkbûna tevahîya Tirkiyê digire nav xwe.

Komîsyon wê civîna xwe ya duyem jî îro li dar dixe. 

Di civîna xwe ya yekem de, ji bilî guhertina nav,12 xalên usûl û esasên xebatê jî bi yekdengî hate qebûlkirin.

Yek ji xalên qebûlkirî jî biryara girtina komîsyonê ku ji piraniya ji 5’an 3 bû.”

 

5’an 3 ji bo biryarên komîsyonê hate qebûlkirin

 

Endama Komîsyona DEM Partiyê  destnîşan kir ku her ku xebatên komîsyonê pêş bikevin, wê bawerî çêbibe û ev nirxandin kir:

 “Cara yekem e ku di Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd komîsyon tê avakirin.

piraniya kesên hatine, xuya bû ku girîngiya komîsyonê fêm kiribûn, berpirsyariya meclîsê di vî warî de, serokatiya meclîsê ya vê yekê ji girîng bû.”

Beştaş diyar kir ku civîna wan bi awayekî aram derbasbûye û di civînê de rexne û pêşniyarên pêşketî û wiha berdewamî da axaftian xwe:

“Bi yekdengî qebûlkirina vê yekê mînak, piraniya ji 5’an 3 ji bo biryarên komîsyonê hate qebûlkirin''

 

Meral Daniş Beştaş: Em wek DEM Partî dizanin rola me di vê meselê de çi ye

 

Berdevka Kongreya Demokratîk a Gelan tekez kir ku ev pêvajo ne tenê Kurdan, her kesî eleqedar dike û her çendî komîsyon nikaribe yek car hemû pirsgirêkan rake jî, wê di vê yekê de roleke pêşeng bilîze.

Meral Daniş Beştaş anî ziman ku weke partiyeke ku bi dehan salan demokratîkbûn û aştiyê diparêze, ew rola xwe di vê meselê de jî dizanin û ev nirxandin kir:

“Ev komîsyon ne tenê ji bo mesela çekdanînê an vegera malê ye.

Ev komîsyon wê heta dawiya meha Kanûnê bixebite, û paşê dibe ku du mehan bê dirêjkirin.”

Meral Daniş Beştaş di dawiya axavtine xwê de daxuyakirin ku muxatabê vê meselê Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, divê şertên wî yên fizîkî di nav de mafê wî yê hêviyê bikeve rojevê.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24