Ji bo 8`ê Adarê Abdullah Ocalan danezanek amade kiriye

Pervîn Buldan, ragihand ku Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan dê danezanek ji bo 8`ê Adarê amade kiriye. Her wiha Pervîn Buldan, got ku ew ê bi vê danezanê peyamên girîng bide û ev danezana di asta nexşerê de ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan, ragihand ku Rêberê damezrînerê PKK`ê Abdullah Ocalan  ji bo 8`ê Adarê daxuyaniyek amade kiriye, wê di pîrozbahiya 8`ê Adarê de were xwendin.

 

Endama Heyeta Îmraliyê , di bernameyeke taybet a JIN TV de ragihand ku Rêberê damezrînerê PKK`ê  Abdullah Ocalan dê ji bo 8`ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan  peyamekê bişîne.

 

Pervîn Buldan diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo 8`ê Adarê danezanek amade kiriye û ev danezana di asta nexşerêyê de  û dê di pîrozbahiya 8`ê Adarê de were xwendin û wiha lê zêde kir:

 

"Di 16’ê Sibatê de me bi birêz Ocalan re hevdîtin kir. Me xwest li nêrînên wî yên têkildarî 8’ê Adarê guhdarî bikin.

 

Ji me re got ku di nava amadekariyeke dirêj de ye, danezanekê amade dike ku di asta nexşerêyekê de ye.

 

Got ku dê beriya 8’ê Adarê bigihînim ber destê we. Ev danezan dê di mîtîngan de bê xwendin.

 

Em dizanin ku xebatên girîng ên birêz Ocalan li ser meseleya jinê hene. Birêz Ocalan, 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.

 

Bi vê danezanê dê peyamên girîng bên dayin."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye