Li Hesekê 200 malbatan ji ber barana zêde zirar dîtin

Ji ber barana zêde, li Hesekê, Zirgan û Til Temirê nêzî 200 malan zirar dîtin. Rêveberê çavkaniyên avê li Hesekê Ebdulezîz Emîn, bang li malbatên nêzî qeraxên çemê Xabûr kir ku mimkun e lehî rabe û divê tedbîrên xwe bigirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev heyama çend rojan e ku li Rojavayê Kurdistanê baraneke zêde dibare, di encama zêdebarîna baranê de gelek zirar li mal û milkên xelkê hatin.

 

Ji ber barana zêde di çemên Xabûr û Zirganê de, rêjeya avê bilind bû.

 

Di encamê de bajarê Hesekê bi taybetî li taxên Merîdiyan û Xiwêran, her wiha li bajarên Zirgan û Til Temirê jî derdora 200 malbatan zerar dîtin.

 

Şaredariyên Hesekê û Til Temirê bi tevkariya Asayîşê û tîmên rewşên awarte rêgarên xetimî û pirên li ser çeman paqij dikin û satirên axî bilind dikin da ku malên nêzî çeman biparêzin û malbatên asêmayî dibin cihekî ewle.

 

Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehemd û çend berpirsyar serdana deverên nêzî çemê Xabûrê yên ji ber lehiyê zerar dîtiye kirin û tîmên pispor araste kirin ku tedbêrên parastina şêniyan xurt bikin.

 

Rêveberê çavkaniyên avê li Hesekê Ebdulezîz Emîn daxuyaniyek da dezgehên ragihandinê.

 

Ebdulezîz Emîn agahî da ku rêjeya ava çeman ji ber baranê zêde bûye û gur diherike.

 

Her wiha hişyarî da ku mimkun e di saetên pêş de lehî rabe.

 

Ebdulezîz Emîn got ku, leza herikîna çemê Xabûr di saetekê de 50 km derbas kiriye.

 

Her wiha Emîn bang li malbatên nêzî qeraxên çemê Xabûr kir ku mimkun e lehî rabe û divê tedbîrên xwe bigirin.

 

Ji ber rêjeya ava çemê Xabûr bilind bûbû li rojavayê bajarê Til Temir rêya navneteweyî M4 bin av bû û ji ximzetê derket.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye