Çekdaran li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi sedan kes revandin

Çekdarên hikumeta Veguhêz ya Sûriyê bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê revandin her wiha jin birin mizgeftê û mêr jî birin cihê nediyar.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çekdarên hikumeta Veguhêz ya Sûriyê bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê revandin, li gorî çavkaniyançekdaran jin birin mizgeftan û mêr jî birin cihekî nediyar.

Li gorî ajansa ANHA çekdarên hikûmeta Veguhêz a Sûriyê îro serê sibehê bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê revandin. Çeteyan jin birin mizgeftan û mêr jî birin cihekî nediyar.

Li gorî çavkaniyan, çekdar li benda kontrolê ya Ewarid bi dehan ciwan revandin, navên hin kesên hatine revandin ev in: Mistefa Eyûb Hisên, Adil Mistefa Hisên, Ziyad Mistefa Hisên, Şengiyar Mistefa Hisên, Rêzan Hisên Hesen, Neîma Şukrî Nasan, Aslan Mihemed Ebdela El Hdî, Edhem Mihemed Ebdela Dl Hadî, Cemîl Mistefa û Mihemed Ehmed Hemo.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye