Helez war Mîtanî têkildarî êrişa li dijî şervanên lîwaya Qamişlo ya Wezareta Parastinê a hikumeta Sûryê de daxuyaniyek da.
Helezwar Mîtanî ragihand ku kesên ji derveyî qanûnê êrişî xala şervanên lîwaya Qamişloyê ya li gundê Tewîl Herb ê Qamişloyê kirine, di encamê de 2 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.
Mîtanî eşkere kir ku şervanên lîwyê bersiva erîşê dane
Her wiha diyar kir operasyona lêgerîna li êrişkaran dewam dike û dê li dijî wan rêkarên pêwîst hebin.