Li gorî rojnameya Libnanî Modon, zagon bi guhertina ku ji hêla parlamenter Ebdulrehman Bizrî ve hatibû pêşniyar kirin hate pejirandin.
Li gorî daneyên fermî, rayedarên Libnanî ji sala 2004`an vir ve cezayê bidarvekirinê bicîh ne anîne.
Cezayên darvekirinê yên ji bo sûcên beriya derxistina vê qanûnê hatine kirin, dê werin guhertin û bibin hepsa heta hetayê
Wezîrê Dadê Adil Nesar derbarê vê biryarê de wiha anî ziman:
"Piştî weşandina qanûnê, welatên ku cezayê darvekirinê rakirine êdî nikarin red bikin."