Li Xezeyê di encama topbarana Îsraîlê de 18 kes hatin kuştin

Di encama topbarana Îsraîlê ya li ser deverên cûda yên Xezeyê de, 18 kes hatin kuştin. Hamasê jî pêşniyara agirbestê ya ji aliyê Qeter û Misirê ve hatî kirin, qebûl kir. Her wiha, heya vê kêliyê tu bersiv ji aliyê Îsraîlê ve, li ser agirbestê nehatiye dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di hemwextî ku dan û standin ji bo agirbesta li Xezeyê berdewam dikin jî, hêzên Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser Xezeyê ranawestînin.

Televîzyona Fermî ya Filistînê ragihand ku ji sibeha îro ve, di encama topbarana Îsraîlê ya li ser deverên cûda yên Xezeyê de, 18 kes hatin kuştin.

Her wiha Nexweşxaneya El-Şîfa, ragihand ku hêzên Îsraîlê, herêma Zîkîmê ya li bakurê Xezeyê bombebaran kirin, di encamê de 2 kes ku alîkarî digirtin hatin kuştin û 53 kes jî birîndar bûn.

 

Hamasê pêşniyara agirbestê qebûl kir

 

Li aliyê din jî, Hamasê pêşniyara agirbestê ya ji aliyê Qeter û Misirê ve hatî kirin, qebûl kir.

Li gorî planê, Hamas wê di çarçoveya agirbesteke 60 rojî de, li hember serbestberdana hin girtiyên Filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê de, nîvê dîlgirtiyên Îsraîlê ku di destê wê de ne, serbest berdin.

Çavkaniyek ji Hamasê ji navbeynkaran re got ku wan pêşniyara agirbestê bêyî guhertin an şert qebûl kirine.

Her wiha Çavkaniyekê ji Al Arabiya re diyar kir ku Misir û Qeter wê nûnerê Amerîkî Steve Witkoff vexwînin Qahîreyê da ku peymana Xezeyê bi temamî bicih bînin.

 

Netanyahu wê tenê li hember berdana hemû dîlgirtiyan razî bibe

 

Ji aliyê Îsraîlê ve jî, Heya vê kêliyê nayê zanîn ka wê çawa bersiva vê planê bide.

Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu hefteya borî got ku Îsraîl wê tenê li hember berdana bi carekê ya hemû dîlgirtiyan, razî bibe.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24