Aloziya di navbera Enqere û Tel Ebîbê (Tel Aviv), her ku diçe, zêde dibe.
Hikûmeta Îsraîlê bi erêkirina hemû wezîran jinosîda ku Osmaniyan di sala 1915’an de li dijî Ermeniyan pêk anîbû, nas kir.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saiar ku ev pêşnûme pêşkêş kiribû, di civîna hikumetê de got ku Ji bo kirina tiştê rast, qet ne dereng e.
Saiar roja pêncşemê pêşnûmeya naskirina jenosîda Ermeniyan pêşkêş kir û got:
"Ev pêşnûme li ser bingeha erka exlaqî û dîrokî hat kirin."
Saiar anî ziman ku Îsraîl wê qirkirina ku di serdema dawî ya Osmaniyan de li dijî gelê Ermenî hatiye kirin, nas bike.
Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê diyar kir ku pêşnûme înkarkirin, biçûkkirin an jî sextekirina van bûyeran şermezar dike.