Li Baneyê herî kêm 2 endamên Supaya Pasdaran hatin kuştin

Derengiya şeva borî, li ser sînorê di navbera bajarokê Bane û Seqizê yên Rojhilatê Kurdistanê de, pevçûn derket.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Herî kêm 30 deqeyan dengê guleyan berdewam kir.

Medyaya nêzî artêşa Pasdaran a Îranê, bûyer piştrast kir û ragihand ku di encama şer de herî kêm 2 endamên artêşa pasdaran hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.

Tevî ku hin medyayên herêmî partiyên Kurdî berpirsyarên êrîşê dibînin jî, lê heta niha ti aliyan li ser bûyerê daxuyaniyeke fermî nedane.

Reuters: Dronekê êrîşî kampeke Kurdî ya li Bakurê Hewlêrê Kir

Li aliyekî din, Reutersê li ser zimanê çavkaniyên ewlehiyê ragihand ku droneke teqemeniyê kampeke partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê li bakurê Hewlêrê armanc kiriye.

Heta niha ti rapor li ser gengeziya hebûna qurbanan tune ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye