PDK û YNK'Ê tekezî li ser xurtkirina têkilî û yekrêziyê kirin

Rayedarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi daxuyaniyên nû daxwaza yekrêzî û bihêzkirina peywendiyan kirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Rayedarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi daxuyaniyên nû daxwaza yekrêzî û bihêzkirina peywendiyan kirin.

Li gor ku di daxuyanî û parvekirinên medyaya civakî yên serokên her du partiyan de diyar dibe, tekezî li ser yekrêzî û xebata hevbeş tê kirin.

PDK Û YNK: Diyalog û karkirina hevbeş girîng e

Ji bo bîranîna Aşûrayê, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, tekezî li ser giringiya yekrêzî, diyalog û qebûlkirina hevdu kir, ji bo parastina aramiya welat û daxwaza yekkirina refan kir.

Her weha Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, di peyama xwe ya li ser heman mijarê de tekezî li ser girîngiya yekrêzî, karkirina bi hev re û bihêzkirina biratiyê kir.

Ji aliyekî din ve, Mesrûr Barzanî û Qubad Talebanî jî di dîtin û civînên xwe de, bi berdewamî û bi giringî behsa yekrêzî, karkirina bi hev re û danîna aliyekî ya nakokiyan li Herêma Kurdistanê dikin.

Beriya niha jî herdu aliyan biryar dabûn ku rageşî û êrîşên medyayê rawestînin. 

Her çiqas ev hewldan tên bilêvkirin, lê hîna jî amadebûna her du aliyan bo avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî nehatiye ragihandin.

Parlamentoya ku nêzîkî du sal in li benda aktîfkirinê ye, nehatiye dîtin.

Li gorî çavdêran, ev nakokiya berdewam a herdu aliyan, bandoreke mezin li rewşa rawestiyayî ya Herêma Kurdistanê kiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye