Lezgin

Dîrokek 100 sal: Şêx Seîd û 49 rêhevalên wî

reset font size increase font size

Şêx Seîd di sala 1865’an de li navçeya Xinûs a Erziromê ya Bakurê Kurdistanê hatiye dinyayê. Piştî ku li Bajarên Amed, Mûş û navçeyên Palo, Xarpêt yên li Elezîzê perwerde werdigre û bi koça dawî ya bavê xwe re dibe serokê Tarîqata Neqşîbendiyan.

Di 1’ê Sibata 1925’an de endamên rêxistinê yê Tevgera Azadiyê ji bo lidarxistina kongreyê li Çiyayê Çanê (Çewlîg) hatin vexwendin da ku dema serhildanê diyar bikin. Di kongreyê de Şêx Seîd weke pêşengê serhildanê hate diyarkirin û serhildan di 13`ê Sibata 1925`an de destpêkir. Bi vê serhildanê re gelek navçe û bajar ji destê dewleta Tirk tê derxistin û şervanên Şêx Seîd êrîş dibin li ser Amedê û bi mehan bajar dorpêç dikin.

Di encama xiyaneta hûndirîn û ya kesayetê bi nave Delîlê Karwan(Qaso) rêberê serhildanê li ser pira Gimgimê li ser çemê Firatê tê girtin.

Rejîma wê demê ya Tirkiyê Şêx Seîd û 49 hevalên wî di 10’ê Gulana 1925’an de li Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilatê ji aliyê dozger û cîgirên hatine tayînkirin ve didarîzîne.

28 kes di heman rojê de, Şêx Seîd û hevalên wî yên din 29’ê Hezîrana 1925’an de li taxa Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin. Şêx Seîd û rêhevalên wî li ku derê hatine veşartin ango gore wan li ku derê ye hîn jî nehatiye eşkerekirin.

Piştî darvekirina pêşengên Kurdan bi 10 hezaran kes avîtin zîndanan, bi 10 hezaran kes koçberkirin û gundên wan şewitandin.

Zêdetirî hezar kes hatin darvekirin. Bi hezaran kes, ku piraniya wan sivîl bûn, di encama şer de jiyana xwe ji dest dan.

Heman dîrokê de biryara darvekirinê dan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

Li dijî van polîtîkayên kuştin û qirkirinê yên dewleta Tirk PKK derket hole.

Dewleta Tirk piştî 74 salan di roja 29’ê Hezîrana 1999’an de biryara darvekirinê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan birî. Bêguman di roja darvekirina Şêx Seîd de biryar dayîna darvekirina Abdullah Ocalan ne tesedufî bû. Bi wî biryarî peyam didan Kurdan ku dê aqûbeta Rêberên gelê Kurd jî  wekî ya Şêx Saîd be.

 

`Serhildana Şêx Seîd bîra kolektîf a gelê Kurd e`

Lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi têkoşîn û hêza ku di civaka Kurd de derxist holê re van peyamê wan vala derxist. Berovajî îro Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi boneya 100 saliya Serhildana Şêx Seîd peyamek şand konferansa Brukselê.

Rêberê Gelê Kurd di peyama xwe de Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bibîranî û got:

“Rastiya dîrokî ya ku em di şexsê Şêx Seîd de behsa wê dikin, ji serhildanek an jî serhildêriyeke herêmî wêdetir e. Ev rastî têkoşîneke kevneşopî ya ji bo hebûnê ye ku di bîra kolektîf a gelê Kurd de şopên kûr hiştiye.

Ew têkoşîn serhildana civaka Kurd e ku bi bawerî, kevneşopî û îradeyê li dijî zihniyeta yekperest a ferzkirî derketiye holê…”

Rêberê Gelê Kurd diyarkir ku xeta Şêx Seîd dema ku bi paradîgmaya neteweya demokratîk re bû yek wê bigihêje armanca xwe ya rasteqîn.

Kasim Firat: Divê cihê gora Şêx Seîd were eşkerekirin

Her wiha Komeleya Piştgirî Çand û Perwerdehî Ya Şêx Seîd, li navçeya Sûrê ya Amedê bi boneya salvegera bîranîna Şêx Seîd komexebata bi navê ‘Li Kurdistanê 100 sal: Heqîqet Edalet û Aştî’ li dar xist.

Di komxebatê de gelek endamên sazî û rêxistinên sivîl siyasetmedar amadebûn û peyama şopandina xeta Şêx Seîd û hevalên wî dan. Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat daxwaza diyarkirina cihê gora Şêx Seîd kir.

Konferansa serhildana 1925`an di roja 2`an de berdewam dike

Li Brûkselê jî Konferansa ku di pêşengtiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê(KNK) û Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) û Enstîtuya Kurd a Belçîka de bi navê “Konferansa Sedsaliya Serhildana Şêx Seîd, Tevgera Azadî, Şêx Seîd û hevalên wî, bîr û îtiraza kolektîf” di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike.

Di roja duyemîn a konferansê de bandora berxwedaniya Şêx Seîd ya li ser  beşên Kurdistanê tên nîqaşkirin. Heta Amadekariya vê nûçeyê konferans berdewam dikir. Tê payîn ku Konferans bi encamnameyekî bidawî bibe.

Rodî Bişeng

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24