Kendekol devereke ser bi Hewlêrê ve ye, dikeve sêgoşeya sînorê Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê.
Artêşa Tirk devera Kendekolê ku 70 malbatên ji eşîra Herkiya karê koçeriyê lê dikirin, bombebaran kir.
Di encama vê komkujiyê de 35 welatî hatin qetilkirin û 25 kes jî birîndar bûn.
Welatiyên jiyana xwe ji dest dane ji wana 11 zarok û 13 jin bûn.
Tevî ku 25 sal bi ser vê komkujiyê re derbasbûne jî lê heta niha ne hikûmeta Iraqê ne jî hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê tu tişt li ser vê êrîşa hovane a dewleta Tirk nekirine.
Piştî salên 1980’an dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê jî bi dehan komkujî li dijî gelê Kurd pêkaniye.