Destgeha Dijî Terora Başûrê Kurdistanê: Bi du dironan êrîşî depoyek a dexlûdan hat kirin

Destgeha Dijî Terora Başûrê Kurdistanê ragihand, bi rêya du dironên bombebarkirî êrîşî depoyeke dexlûdan ya li bajarokê Qûştepe hate kirin û ziyaneke mezin ya madî çêbû.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Destgeha Dijî Terora Başûrê Kurdistanê têkildarî êrîşa bi dironên bombebarkirî li ser depoyeke ya dexlûdan ya li bajarokê Qûştebe yê bi ser parêzgeha Hewlêrê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li gorî agahiyên di dest Destgeha Dijî Terora Başûrê Kurdistan de, îro bi rêya du dironên bombebarkirî yên ji cûreya (Hadid 110) êrîşî depoyeke  dexlûdan ya li bajarokê Qûştepe hate kirin û ziyaneke mezin ya madî çêbû.

Her wiha têkildarî ziyana êrîşê wiha hate gotin:

“Di encama êrîşê de ziyaneke mezin ya madî çêbû lê ti ziyanên canî çênebûn.

Em bi tundî vê êrîşa terorîst ku warên sivîlan kiriye armanc şermezar dikin.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye