Li dijî talana xwezayê li Gimgima Mûşê, meşek hat lidarxistin

Li dijî talankirina xwezayê, li navçeya Gimgima Mûşê ya Bakurê Kurdistanê bi hezaran kes hatin gel hev û mîtîngek mezin lidarxistin. Di mîtîngê de peyamên têkoşînê hatin dayîn, û hat gotin ku "Gimgim wargeha berxwedanê ye, em ê nehêlin şîrketên wêrankirinê Gimgimê ji destê me bigirin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi hezaran kes li navçeya Gimgima Mûşê li dijî talankirina xwezayê daketin qadan.

Beriya mîtîngê bi tevlîbûneke girseyî meş pêk hat.

Girseya gel bi dirûşmeya “Em xwedî li xwezaya xwe, ava xwe û axa xwe derdikevin” çû li ber avahiya şaredariya navçeyê.

Gelek nûner û hevserokên tevger û partiyan di meşê de amade bûn.

"Li dijî talana xwezayê têkoşînê mezin bikin"

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, li wir bang kir ku li dijî talana xwezayê têkoşîn bê mezinkirin û got:

"Dixwazin welatê me bêmirov bihêlin.

Şîrketa ji Amerîkayê hatiye, dibêje em ê xwezaya we bigirin.

Lê em nadin, Gimgim a me ye."

Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz jî ku tevlî meşê bûbû, der barê polîtîkayên desthilatê de ev tişt anî ziman.

Mîtîng, piştî axaftinan bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana Gimgimê” bi dawî bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye