Berdevkê Wezareta Parastinê ya Kuweytê Kolonel Saud Abdulaziz Etwan bi daxuyaniyekê got ku, îro sibehê 2 qereqolên wan ên li ser sînorê bakurê Kuweytê rastî êrîşan hatine.
Her wiha Wezaretê da zanîn ku êrîş ji hêla du dronên Îraqî yên tijî teqemenî ve pêk hatin.
Saud Abdulaziz Etwan da xuyakirin ku êrîş bû sedema zirarên madî, lê ti qurbanî tune ne.
Wezareta Parastinê di berdewamiya daxuyaniya xwe de piştrast dike ku, rayedarên têkildar tavilê dest bi girtina tedbîrên pêwîst ji bo çareserkirina bûyerê kirin.
Heya niha ti şîrove ji Îraqê li ser daxuyaniya Kuweytê nehatiye belavkirin.