QSD’ê êrîşa çeteyên DAIŞ`ê têk bir

QSD’ê ragihand ku hêzên wan êrîşa şaneyên DAIŞ`ê ya li herêma Bisêra ya Dêrazorê têk bir. Di encamê de çeteyek hat kuştin û çeteyek jî birîndar bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê di derbarê êrîşê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dema endamên QSD’ê mîsyona xwe ya parastina ewlehiyê bi cih dianî, çeteyan êrîş pêk anîn.

Hat destnîşankirin ku endamên QSD`ê bersiva êrişkaran da û şer derket.

Hate diyarkirin ku RPG’yek tevî guleyên wê û motorsîklêteke ku çeteyan di dema êrişê de bi kar anî, hatin desteserkirin.

Hat eşkerekirin ku 6 çete beşdarî êrişê bibûn.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê di dawiya daxuyaniyê de tekez kir ku ew hewldanên xwe yên parastin û mîsogerkirina ewlehiya herêmê didomînin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye