Li Hesekê salvegera 10`emîn a MSD’ê hat pîrozkirin

Meclisa Sûriya Demokratîk bi boneya salvegera 10`emîn a damezrandin xwe, li Hola Şeto ya bajarê Hesekê pîrozbahiyek li dar xist. Hevserokên Meclisê destnîşan kirin ku MSD’ê nêrîneke siyasî ya nû hilgirtiye û sîwana giştî ya Rêveberiya Xweser e ku tevahî hêzên siyasyî yên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyê di nava xwe de digire.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Meclisa Sûriya Demokratîk bi boneya salvegera 10`emîn a damezirandina xwe û salvegera yekemîn a hilweşîna rejîma Baas`ê li bajarê Hesekê pîrozbahiyek li dar xist.

Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên jinan, hêzên civakî, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û rûspiyên herêmê beşdar bûn.

Vîviyan Osê: Berpirsyarî îro ji her demê bêtir e

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Vîviyan Beho Osê diyar kir ku 10 salên MSD’ê ne tenê ezmûneke siyasî bû, lê belê rêyek ji bo vegerandina rûmeta mirovan bû.

Her wiha hewldanek ji bo nivîsandina rûpelek nû di dîroka welat de bû.

Vîviyan destnîşan kir ku berpirsyarî îro ji her demê bêtir e û wiha got:

“Divê destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin werin parastin. 

Divê bingehên Rêveberiya Xweser wekî çareseriyeke nîştimanî ji bo tevahiya Sûriyê û projeyeke vekirî ji hemû kesên ku bi Sûriyeke demokratîk a nenavendî bawer in, werin pêşxistin.”

Leyla Qereman: MSD`ê vejandina nirxên demokrasiyê ye

Hevseroka MSD’ê Leyla Qereman jî anî ziman ku pîrozkirina salvegera 10’emîn a MSD’ê ne bîranîneke ji rêzê ye.

Lê ji bo vejandina rihê tevkariya nîştimanî û vejandina nirxên demokrasiyê ye.

Leyla Qereman da xuyakirin ku MSD`ê ji destpêka avabûnê ve projeyeke sûrî ya demokratîk a pirrengî û nenavendî ye.

Hisên Osman: Bi ketina rejîma Baas`ê re dîrokeke nû dest pê kir

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hisên Osman jî salvegera avabûna MSD’ê û ketina rejîma Baasê pîroz kir û wiha axivî:

“Bi ketina rejîmê re dîrokeke nû ku sernavê wê "ber bi azadî, demokrasî û avakirina dewleteke li ser bingehên edaletê ve" ye dest pê kir.”

Osman destnîşan kir ku MSD’ê nêrîneke siyasî ya nû hilgirtiye û sîwana giştî ya Rêveberiya Xweser e ku tevahî hêzên siyasyî yên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyê di nava xwe de digire.

Meclisa Sûriya Demokratîk di 10’ê Kanûna 2015’an de bi kongreyekê ku li Dêrikê hatibû lidarxistin, ava bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye