Hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê logoya xwe diyar kirin

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê civiya. Di civînê de gelek mijarên têkildarî rêveberiya Hevpeymaniyê, hatin nîqaşkirin, biryar li ser hatin girtin û logoya Hevpeymaniyê hat pejirandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê (Kurdistana Îranê) îro civîna xwe lidar xist.

Di civînê de rewşa siyasî ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, encamên şer, pêvajoya guhertinê û geşedanên siyasî hatin nirxandin.

Her wiha li ser çend erkên Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê biryar hatin dayîn.

Di civînê de mijarên destûra navxweyî ya Hevpeymaniyê de logoya ku temsîla wan dike, pejirandin.

Xalên bingehîn ji bo birêvebirina karûbarên meydanî yên Hevpeymaniyê di qonaxa veguhêz de, dîplomasî û çawaniya xuya kirina Hevpeymaniyê li derveyî welat hatin nîqaşkirin.

 Piştî ku bi hev re biryar li ser logoya Hevpeymaniyê hate dayîn, hat belavkirin.

Pênc partiyên sereke yên Rojhilatê Kurdistanê di bin navê "Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê de tifaqa xwe ragihandbûn îro jî logoyê xwe diyar kirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye