Ehmed Şara di civîneke vîdyoyî de got: "Em li kêleka Serokê Libnanê Joseph Aoun in ji bo bêçekkirina Hizbullahê."
Her wiha Şara rave kir ku welatê wî parastina sînorê xwe wekî tedbîrek ji bo pêşîlêgirtina li belavbûna pevçûnê li nav axa Sûriyê kiriye.
Serokê Sûriyê da zanîn ku wan artêşa xwe li ser sînor bicihkirine ji bo têkoşîna li dijî rêxistinên sînoran derbas dikin û li hember bikaranîna axa Sûriyê.
Ev yek piştî wê yekê hat ku serokê Libnanê Hizbullah bi wê yekê tawanbar kir ku li ser navê Îranê, piştî avêtina mûşekan ber bi Îsraîlê ve wekî tolhildana kuştina Xameneyî, dixwaze dewleta Libnanê hilweşîne.