Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Karûbarên Siyasî yê Îranê Mecîd Taxt Ravançî, behsa li dar xistina civîna hevbeş a Îran, Çîn û Erebistana Siûdî li Tehranê kir û wiha anî ziman:
"Her sê welat bi biryar in ku derfetên mezin ên komîteya sêalî ya hevbeş ji bo xizmeta neteweyên xwe bikar bînin."
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tasnim, Mecîd Taxt Ravançî, di peyamekê de li ser tora X'ê di derbarê li darxistina gera sêyemîn a civîna sêalî ya Îran, Erebistana Siûdî û Çînê ji bo şopandina Peymana Pekînê li Tehranê nivîsand û got:
"Civîna sêyemîn a komîteya sêalî ya hevbeş a Îran, Erebistana Siûdî û Çînê ji bo şopandina Peymana Pekînê li Tehranê hate lidarxistin."
Cîgirê Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Welîd El-Xeracî û Cîgirê Wezîrê Derve yê Çînê Mîao Deo, beşdarî civînê bûn.
Taxt Ravançî axaftina xwe wiha domand : "Wan girîngiya diyalog û hevkariya herêmî di navbera welatên herêmê de bi armanca xurtkirina ewlehî, aramî, aştî û geşbûna aborî tekez kirin."
Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Karûbarên Siyasî yê Îranê, Mecîd Taxt Ravançî axaftina xwe wiha bi dawî kir:
"Her sê welat bang dikin ku êrîşkariya rejîma Îsraîlê li dijî Filistîn, Lubnan û Sûriyê bi lez bi dawî bibe.
Di heman demê de kiryara êrîşkar û binpêkirina serwerî û yekparçeyiya axa Komara Îslamî ya Îranê şermezar dikin."