DEM Partî ji bo 'Nan û Aştiyê' dê ber bi Enqereyê ve bimeşe

Hevberdevka Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê Sevtap Akdag li ser meşa "Nan û Aştî" ya ku DEM Partî dê ji çar baskan ve bide destpêkirin axivî û got: "Em ê li dijî polîtîkayên aboriyê yên ku xizaniyê mayînde dikin, ber bi Enqereyê ve bimeşin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), têkildarî gotûbêjên li ser Pêşniyarqanûna Budçeya Navendî ya Sala 2026'an li Meclîsê didomin, dê ji çar aliyên Tirkiyê û Kurdistanê ber bi Enqereyê ve meşekê li dar bixe.

Baskên meşê yên ku dê di 12'ê Kanûnê de dest pê bikin, dê di 14'ê Kanûnê de bigihêjin Enqereyê. Meş wê bi mîtîngekê bi dawî bibe. 
Hevberdevka Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê Sevtap Akdag ji bo meşê diyar kir ku ew wek DEM Partî û her wiha rêxistinên ked û demokrasiyê li Tirkiyê û Kurdistanê xebatên xwe yên ji bo "nan û aştiyê" didomînin.


 
‘Ji sedî 35'ê budçeyê ji bo şer hatiye veqetandin’
 
Sevtap Akdagê diyar kir ku ruxmî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a berdewam dike, ji sedî 35'ê parayên budçeyê ji bo şer hatiye veqetandin û ev tişt anî ziman:

"Em weke DEM Partî di van gotûbêjan de ji bo bicihanîna daxwazên gel têkoşînê didin.

Li gorî fikra me divê budçe ji bo avakirina zemînek aştiyane ya demokratik were nirxandin. Budçeya îsal divê bêguman ji bo nan û aştiyê be." 
 
Meş dê ji 4 baskan ve dest pê bike
 
Akdag diyar kir ku baskê Marmarayê dê ji Çerkezkoyê ya Tekîrdagê, baskê Egeyê ji Aydin û Muglayê, baskên Amed û Hatayê jî dê bi bajarên din re bibin yek û bigihêjin Enqereyê û wiha dirêjî da axaftina xwe:

"Ev çar bask dê bi rastî bibin bersiva sembolîk a xebatên ku me li hemû herêman kirine.

Li dijî polîtîkayên aboriyê yên ku xizaniyê ji bo her kesî mayînde dikin, ji bo daxwazên ku vê yekê eşkere dikin, ji bo ku kêmtirîn mûçeyê û mûçeya teqawitbûyî derxin şertên jiyaneke mirovane, ji bo ku gel para xwe ji budçeyê bigire, em ê di 14'ê Kanûnê de li Enqereyê bin."
 
 
‘Em ê xeta têkoşînê bidomînin’
 
Hevberdevka Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê Sevtap Akdag diyar kir ku ew ê xeta têkoşînê ya ku têgehên edalet, wekhevî, aştî û demokrasiyê dihewîne, bidomînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir:


"Pêkneanîna demokrasî û edaletê di aboriyê de bêguman dibe sedema pevçûnê.


Li gorî fikra me, divê hemû nakokî veguherin zemînek têkoşînê ku jiyana wekhev û bi hev re lê pêk tê. 


Ji ber vê yekê 'budçeya ji bo nan û aştiyê' ji bo me qonaxek ji vê têkoşîna me ya giştî ye."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye