Galatasaray li hemberî Manaco 1-0 têk çû

Hefteya 6'emîn a Lîga Şampiyonên UEFA yê duh bi deh maçan dest pê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di pêşbirka futbolê ya herî bilind a Ewropayê de duh neh maç hatin lîstin. 

Galatasaray serdana Monaco kir.  Folarin Balogun di deqîqeya 68'emîn de gol avêt û Monaco 1-0 di Stadyûma xwe de bi serket.

Liverpool, ku di serdemeke dijwar re derbas dibû, di deqeya 88'emîn de bi gola penaltî ya Dominik Szoboszlai Inter 1-0 têk bir.

Lîstikvanê Tirkiyê Hakan Çalhanoglu yê ku di Interê de dilîst di deqîqeya 11'emîn de birîndar bû û ji lîstikê hat derxistin.

Bayern Munich, li Stadyûma xwe de bi taximê Sporting Lizbon re hat beramberî hev.

Gola yekem lîstikvanê Munich, Joshua Kimmich avêt qalê xwe û dûrê bi golên Serge Gnabry, Lennart Karl û Jonathan Tah encam guherand û Munich 3-1 bi ser ket.

Barcelona di 3 deqîqeyan de bi serket

Taximê Spanî Barcelona, piştî gola Ansgar Knauff, di 3 deqîqeyan de bi golên Jules Kounde  2-1 bi ser ket.

Lîstikvanê Fransî bû yekem lîstikvanê Barcelonayê ku di heman maçê de di Lîga Şampiyonên UEFA de du gol avêt.

Taxîmê Chelsea û Atalanta di haman seatê de hatin pêşberî hev.

Golên Atalanta Gianluca Scamacca û Charles De Ketelaere avêt û gola Chelsea  jî lîstikvanê Brezîlyayê Joao Pedro avêt. Bi vê encamê Atalanta li hemberî Chelsea 2-1 bi serket.

Tottenham, ku li mala xwe mêvandariya nûnerê Slavia Pragê kir.

Bi golên David Zima, Mohammed Kudus (penaltî) û Xavi Simons (penaltiyê) Slavia Pragê 3-0 têk bir.

Efsaneya Tottenhamê ya Koreya Başûr Heung-Min Son, ku vê havînê derbasî taxima Lîga Futbolê ya Amerîkî MLS Los Angeles bû, berî maçê hate vexwendin qadê û xatir ji alîgirên xwe xwest.

Encamên maçên lîgê yên ku hatine lîstin wiha ne:

Kairat 0-1 Olympiakos

Bayern Münih 3-1 Sporting Lizbon

Atalanta 2-1 Chelsea

Monaco 1-0 Galatasaray

Union Saint-Gilloise 2-3 Marsilya

PSV 2-3 Atletico Madrid

Barcelona 2-1 Eintracht Frankfurt

Inter 0-1 Liverpool

Tottenham 3-0 Slavia Prag

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye