Lîstikvanê Îtalî Jannik Sinner ku di rêza yekemîn a cîhanê de ye, di tenîsê de serkeftineke bêhempa bi dest xist.
Sinner roja yekşemê di fînala Madrid Openê de bi serketina li hember Alexander Zverev ê Alman bi 6-1, 6-2 şampiyoniya xwe ya 5'emîn a li dû hev a Masters 1000 bi dest xist.
Sinnerê 24 salî, piştî ku par li Parîsê bi ser ket û li Indian Wells, Miami û Monte Carloyê jî di 2026'an de bi serkefetinên xwe yên li dû hev, bi bidestxistina 5'emîn şampiyoniya xwe ya li dû hev a Masters 1000 rekor şikand.
Her wiha Sinner, reqîbê xwe yê Alman ê ku di rêza 3'emîn a cîhanê de ye, ev cara 9'emîn e ku wî li dû hev têk dibe.